“Tirkiye peymana bi Rûsyayê re red kir”

Tirkiye peymana navbera xwe û Rûsyayê ya vekirina sê dergehên sînorî li Sûriyê red kir.

Rayedarekî Tirk ji ajansa nûçeyan Reutersê re ragihand, ku ti bingeha peymana ku Rûsya, der barê vekirina 3 dergehên sînorî yên li Idlib û gundewarê Helebê ragihandibû, tune ye.

Rûsya Çarşemê diyar kiribû ku wan û Tirkiyê ji bo vekirina van dergehan li hev kiriye.

Li gel vê, hikûmeta Şamê jî 3 nuqteyên çûnûhatinê yên di navbera xwe û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girtine.

Back to top button