Gerîlayan li Heftanînê ji hewayê ve li artêşa Tirk xist

Gerîlyên HPG’ê li herêma Heftanînê ji hewayê ve bi rengekî serketî li artêşa Tirk a dagirker xist.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da.

Li gorî navenda ragihandinê, hêzên gerîla yên parastina hewayî sibeha 24’ê adarê li herêma Heftanînê ji hewayî de leşkerên artêşa Tirk yên li Girê Şehîd Sîpan bombebaran kirin.

Hat ragihandin ku ev çalakî bi rengekî serketî pêk hat.

Ev çalakî ji bo hilanîna tola fermandar Savaş Maraş û hevalên pê re ku şehîd bûne, hate lidarxistin.

Hat ragihandin ku di rojên 19 û 20’ê adarê de jî artêşa Tirk êrîşên hewayî ser herêmên Xakurkê û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di van êrîşên hewayî de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button