Ebrû Gunay: Divê rû bi rû hevdîtin bi Rêber Ocalan re bê kirin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parêzer Şivan Ozen bal kişandin ser tecrîdê û gotin divê rû bi rû hevdîtin bi Rêber Ocalan re bê kirin.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist, bal kişand ser tecrîdê û fikarên têkildarî jiyana Rêber Ocalan û got:

Tecrîda li Îmraliyê ne-başiya herî mezin a li welêt e.

Bi milyonan mirov ji bo rakirina tecrîdê çalakiyan dikin. 120 rojin girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne.

Ebrû Gunay: Axaftina bi telefonê fikar zêde kir

Gunay anî ziman ku axaftina bi telefonê fikar ji holê ra-nekir, berevajî zêde kir û got:

Em ji hikumetê, Wezîrê Edaletê û rayedaran dipirsin, li îmraliyê çi diqewime?

Hûn çima hevdîtinên muwekîl li Girava Îmraliyê asteng dikin?

Yekane tişta ku dawî li fikarên têkildarî tenduristiya Birêz Ocalan bîne, hevdîtina rû bi rû ya malbatê û parêzeran a bi birêz Ocalan re ye.

Parêzer Ozen: Tecrîd ji aliyê hiqûqî ve nikare bê vegotin

Ji Parêzerên Baroya Amedê Şivan Ozen têkildarî polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê û grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê nirxand kir û got:

Ji aliyê hiqûqî ve ne-pêkane şert û mercên heyî yên tecrîda li Îmraliyê bê qebûlkirin.

Qebûlkirina rejîma Îmraliyê li dijî hiqûqê ye, di nava vê pergalê de jî pêwîstiya her kesî bi hiqûqê heye.

Ozen destnîşan kir ku divê rejîma li Îmraliyê ji holê bê rakirin û got:

Dem di ser êşkenceyê re derbas nabe, lê belê bi mirinê bi encam dibe. Yên ku li Îmraliyê li dijî hiqûqê tev-digerin, wê rojekê derkevin pêşberî dadgeriyê û bên darizandin.

Pêwîst kesên ku îdîayên ‘mirinê’ belav kirine jî tavilê bên eşkerekirin û darizandin.

Parêzer Ozen dawiyê got, divê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên qebûlkirin û tavilê destûr bê dayin ku Abdullah Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne.

Back to top button