QSD: ROJA 17 ADARÊ 29 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandina QSD’ê encama şerê roja 17 adarê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê 29 çete hatin kuştin, 4 ji wan serçete ne.
Her wiha gelek çekên çeteyan hatine bêkêrkirin..

Navenda Ragihandina QSD’ê bîlnçoya roja 17 Adarê ya oprasyona şervanên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê eşkere kir.

Navendê diyar kir ku, di encama êrşeke şervanan de, şerekî dijwar derket.

Di encamê de hejmareke çete hatin kuştin, 4 ji wan serçete ne.

Di heman wextê de, miqdareke mezin a çek û cebilxanyê ket destê şervanan.

Li gorî navenda ragihandina QSD’ê bîlançoya şer wiha ye.

29 çete hatin kuştin ji wan 4 serçete ne.

14 erebeyên çeteyan hatin teqandin.

Miqdatreke mezin a çek û cebilxaneya çeteyan ket destê şervanên QSD’ê

Bendekî çeteyan û baregeheke leşkerî hatin rûxandin.

Koalîsyonê 18 êrîşên hewayî pêk anîn.

Her wiha QSD”ê doh bi daxuyaniyeke çapemniyê, bîlançoya sê mehan eşkere kir.

BÎLANÇOYA 3 MEHAN

29 hezar û 600 malbatên çeteyên DAIŞ’ê xwe radest kirin

5 hezar çeteyên DAIŞ’ê xwe radest kirin

520 çete di encama operasyonên hêzên taybet de hatin girtin.

34 hezar sivîl ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Hezar û 306 çete hatine kuştin, gelek çete jî birîndar bûn.

Di şer de 82 şervanên QSD’ê gihan asta şehadetê û 61 şervan jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button