Biden bi Miçotakîs re li ser Rojhilatê Derya Spî axivî

Serokê DYA Joe Biden di hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Miçotakis de îşaret bi Rohilatê Derya Spî kir û got, Divê aramî pêk were.

Koşka Spî ragihand ku di navbera Biden û Miçotakis de hevdîtinek telefonî encam daye.

Biden bi boneya salvegera 200. ya serxwebûna wê Miçotakis pîroz kir û îşaret bi têkliyên xurt yên navbera herdû welatan kir.

Biden balkişand li ser hevkariya parastinê ya navbera aliyan.

Miçotakis û Biden diyar kirin ku ew li ser mijara bazirganî û avhewa xwedî heman fikrî ne.

Biden ji bo rewşa aram ya li Rojhilatê Derya Spî jî keyfxweşiya xwe anî ziman.

Herdû lideran li ser avakirina koordînasyoneke di xebatên berjewendiya Atîna û Waşîngtonê de jî li hev kirin.

Tevî ku zêdeyî du mehin rêveberiya nû ya DYA li ser kare, lê heta niha Joe Biden li gel Tirkiye peywendî pêk ne aniye.

Ev jî bûye cihê aciziya Enqerê.

Çavdêrên siyasî jî dibêjin ev yek nîşaneya polîtîkayên Biden yên li dijî Erdogan dide xuyakirin.

Back to top button