Li Misrê du trên li hev qelibîn, herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest da

Li parêzgeha Sûhac a Misrê du trên li hev qelibîn û herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî rêveberiya xetên trênan ya Misrê li parêzgeha Sûhac a li başûrê Misrê, li navenda Tehtayê du trênên rêwiyan li hev qelibîn.

Wezareta Tenduristiyê ya Misrê eşkere kir ku di qezayê de 32 kesan jiyana xwe ji dest da, 66 kes jî birîndar bûn.

Rêveberiya xetên trênan destnîşan kir ku kesên nenas li pişt vê bûyerê ne.

Derbarê mijarê de jî, serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî axivî û sersaxî ji malbatên hemû qurbaniyan re xwest.

Ebdulfetah El-sîsî got ku ew mijarê dişopîne û teqez kir ku wê hemû kesên berpirsyar werin cezakirin.​

Back to top button