Hevserokê HDP’ê bi sekretera Konseya Ewropayê re civîneke onlîne pêk anî

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar derbarê zext û êrîşên li ser partiya wan bi Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê re hevdîtin pêk anî.
Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê diyar kir ku ji bo Tirkiye li gorî biryarên Konseya Ewroapyê tevbigere ew ê di nava hewildanan de bin.
Partiyên çepgir û sosyalîst ên Hollandî, Almanî û Fransî jî li dijî zextan piştgirî dan HDP’ê.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Marija Pejčinović Burić re civîneke onlîne pêk anî.

Mîthat Sancar diyar kir ku HDP wê li dijî doza girtina partiyê, zextên li ser siyasetmedar û muxalîfên din û li dijî betlakirina Peymana Stenbolê têbikoşe.

Sancar diyar kir divê têkiliyên Tirkyê yên bi Ewropayê re li ser rêgezên demokratîk rê ve biçe, ji bo vê gelek peywirên girîng dikevin ser Konseya Ewropayê.

Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Marija Pejčinović Burić jî diyar kir ku ji bo Tirkiyê biryraên Konseya Ewroapyê û biryara DMME’yê ya li ser Selahedîn Demîrtaş bi cih bîne ew ê di hewildanan de bin.

Partiyên çepgir û sosyalîst ên Holandî, Almanî û Fransî: Em bi HDP’ê re ne

Li aliyek din jî, partiyên çepgir û sosyalîst ên Hollandî, Almanî û Fransî li dijî êrîş û doza girtinê ya li ser HDP’ê peyamên piştevaniyê ji Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar re şandin.

Ji Partiya Sosyalîst a Holandî Tîny Kox û Lîlîan Marîjnîssen êrîş û zextên ser HDP’ê ji aliyê dewletê ve şermezar kirin û gotin ku ew vê tiştê li dijî rêgezên sereke yên demokrasiyê dibînin.

Hevserokê DÎE LÎNKE ya Partiya Çepgir a Alman Susanne Hennîng-Wellsow jî di peyama xwe de wiha got:

“Em wêrekî, hêz û berxwedaniya hevrêyên HDP’yî dibînin.

Li gel ku rewş xirab e jî we rêya xwe û têkoşîna xwe didomînin, em piştevanê we ne.

Serokê Partiya Sosyalîst a Fransayê Olîvîer Faure jî zextên dewleta Tirk ên ser HDP’ê şermezar kirin.

Olîvîer Faure diyar kir ew piştevanê HDP’ê ne û ji bo ku rewşa wan li Ewropayê û Fransayê zêdetir were zanîn ew ê xebatan bikin.

Back to top button