
Meclisa Leşkerî ya Til Temirê têkildarî êrişên çeteyan daxuyaniyek da û got 5 çete birîndar bûn.
Meclisa Leşkerî ya Til Temirê têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundên navçeya Til Temirê û şerê di navbera hêzên wan û çeteyan de, daxuyaniyek da.
Meclisê weha got:
Çeteyên dagirker 24’ê Adarê xwest êrişî gundên Til El-Leben û Gozeliyê yên navçeya Til Temirê bikin.
Di encama bersivdayîna şervanên me de şer qewimîn.
Di wî şerî de 4 çete birîndar bûn û hejmara kuştiyan nehat zelalkirin. Her wiha erebeyeke leşkerî ya çeteyan hat rûxand.
Meclisê da zanîn ku di heman demê de çeteyên dagirker herêm bi çekên giran topbaran kir û cihên sivîlan hatin hedefgirtin.
Roja 25’ê Adarê jî çeteyan careke din xwest êriş bikin. Ev êriş jî hat têkbirin.
Di şer de 5 çete birîndar bûn. Her wiha erebeyeke çeteyan hat rûxandin û wesayîteke leşkerî jî hat derbkirin. Li ser berivdayînê çeteyên dagirker herêm bi dijwarî topbaran kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî diyar kir ku gundê Qertwêran ê li rojhilatê Babê, bi çekên navîn ji aliyê dagirker ve hat topbarankirin.
Hat diyarkirin dagirkeran ev topbaran ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir, pêk anî.