
Serma û qeşayê jiyana li eyaleta Teksas ya DYA yê tevizandiye. Heta niha 111 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji ber nebûna ava vexwarin û qûtbûna elektirîkê jiyana 4 milon malbatî, di metirsiyê de ye.
Berf û qeşaya zêde bandor li ser beşên navendî û başûrê eyaleta Teksasê kiriye.
Ajansa Nûçeyan Associated Press ragihand ku ji ber sermaya dijwar û qezayê 111 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Ajansê diyar kir ku beşek mezin a mexdûrên li Teksasê ji ber ” daketina germahiya laş” qazayên trafîkê û jehrbûna ji karbona monoksît jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber rewşa hewayê elektrîk qûtbûye û ava vexwarinê nagihêje 4 milon malbatan.
Metirsiya zêdebûna hijmarê miriyan, heye.
Ji ber şert û mercên xerab ên hewayê ji 11 ê Sibatê ve li beşên hûndir û başûrê DYA jiyan sekinî ye.
Çavkaniyên herêmî yên li Teksasê ragihandin ku şert û mercên dijwar ên zivistanê bandor li eyaletê kiriye û ji 45 mîlyar dolarî heta 50 milyar dolar ziyan dîtiye.