Parlementerê berê yê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim piştî ku xwîn rijiya ser mejî û şûnde rakirin beşa lezgîn ji bo tedawîkirinê, wefat kir.
Parlementerê HDP’ê yê Sêrtê yê berê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, 4 roj berê ji ber xwîn çûbû ser mêjiyê wî, ew rakiribûn nexweşxaneyê.
Yildirim îro li Nexweşxaneya Memorîalê ya taybet jiyana xwe ji dest da.
10 sal berê jî xwîn çûbû ser mejiyê Yildirim û di Kanûna 2020’an de jî bi şewba Covid-19’ê ketibû
Hat diyarkirin ku wê cenazeyê Yildirim li Amedê bê veşartin.