Gundê Derdarê tê topbarankirin, Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hewldana çeteyan têk bir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên gundê Derdarê yê bakurê Til Temirê bi çekên giran topbaran dike. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êriş didin.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êriş û hewldana çeteyan a ji gundê Rîhaniyê ber bi gundên Til Temirê ve bersivandin.

Li ser vê yekê şerên giran rû dan, hewldana çeteyan hate têkbirin û çete neçar man ku birevin. Li ser vê yekê şervanan hate gundê Rîhanyê yê dagirkerî dan pey wan.

Li derdora gund şerên giran rû didin.

Piştî têkçûna êrişan, çeteyan ji girê gundê Menaxê, gundê Derdarê yê bakurê navçeyê bi obus û hawnan topbaran dikin.

Şer û topbaran berdewam e, têkildarî ziyanan agahî nehatin zanîn.

Back to top button