“Divê Fransa û ye operasyonên girtina Kurdan rawestîni”

Jimareke rêxistinên Fransî bi daxuyeniyeke hevbeş bang li Fransa û YE kir ku operasyonên girtin û binçavkirina siyasetmedarên Kurd rawestînin.

Rêxistinên Fransî da xuyakirin ku Fransa bi heman hişmendiya dewleta Tirkî ya dagirker, bi ser malên Kurdên li Fransayê de digire û çalakvanan binçav dike.

Rêxistinan li ser vê yekê, bang li Fransa û YE’yê kir ku bes bi ser Kurdan de biçin û dozên neheq ên li dijî wan rawestînin.

Rêxistinan her wiha bang li qada navdewletî jî kir ku rejîma Erdogan li ser sûcên dermirovî yên der heqê Kurdan de, ceza bike û dawî PKK’ê ji lîsteya terorê derxe.

Hikûmeta Fransî 23 vê mehê gelek operasyonên polîsî li dijî Kurdan pêk anîn û gelek çalakvanên Kurd binçav kirin.

Back to top button