Ehmed Xoce: Rêber Apo girtîgeh veguherandiye akademiya zanistî

Endamê Meclisa Gitşî ya PYDê Ehmed Xoce diyar kir ku Rêber APO girtîgeha Îmraliyê veguherand akademiyeke zanistî ji ber vê jî Tirk ji belavbûna fikrê wî ditirse.Berpirsê Komeleya Çandê ya Suryanî ya Sûriyê ya şaxê Qamişlo Hena Somî banga azadiya Rêber APO kir.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce tecrîda li dijî Rêber APO şermezar kir û anî ziman ku Rêbertî girtîgeh kir Akademiyeke zanistî, ji ber vê jî Tirk ji belavbûna fikrê wî ditirse.

Hena Somî: Ji bo azadiya Rêbertî divê çalakî berdewam bikin

Berpirsê Komeleya Çanda Suryanîya Sûriyê ya şaxê Qamişlo Hena Somî jî destnîşan kir, Ocelan bi firê xwe hezkirina her kesî qezenc kir.

Em wekî Suyan û Asûr bi fikirê wî bawer in.

Di bîra min de ye, di sala 2015`an de bi nameyekê îşaret bi qirkirina gelê Suryan û Asûr kir û berpirsyariya vî gelî girtiye ser xwe û daxwaz kir her Kurdek parastina vî gelî bike.

Ji bo azadiya Rêber APO, Hena Somî ji gelê herêmê xwest ku rojane dakevin qadan, li pêşiya navendên NY çalakiyan li dar bixin.

Hikûmeta AKPê bi serkêşiya emîrê DAIŞê Erdogan hewl dide rêber Apo di milê fîzîkî de tesfiye bike.

Ji ber ku projeya rêber Ocalan çareseriya sereke ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re ye.

Ev tecrîd li dijî nirxên siyasî, exlaqî û mirovî ye,

fikirê rêber Abdullah Ocalan durî du tiştên sereke ne, fikirê netewperest ê şovînîst û fikirê olî yê tarî ye.

Back to top button