Li Til Temirê 3 çete hatin kuştin û erebeyek hat rûxandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Til Temir kirin, Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî bersiv da, di encamê de, 3 çete hatin kuştin. 

Ajansa Nûçeyan ya ANHA’yê ragihan ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê duh êrîşî gundên Rîhaniyê û Derdara yên navçeya Til Temir kirin.

Şervanên Meclisa leşkerî ya Til Temir jî, di çarçoveya parastina rewa de bersiva da û êrîşa çeteyan têk birin.

Li gorî ANHA’yê di encama êrîşan de, 3 çeteyên dagirkeriya Tirk hatin kuştin û erebeyeke leşkerî jî hate rûxandin.

Back to top button