Dadgehê li Silopyayê li 30 kesan ceza birî

Dadgeha dewleta Tirk derbarê doza KCK’ê ya Silopyayê li dijî 30 kesan ceza birî, di nav de 99 sal ceza li 12 siyasetmedarên Kurd hate birîn.

Ji doza KCK’ê a navçeya Silopya ya Şirnexê ku 30 kes dihatin darizandin, duh li Dadgeha Cezayê Giran a 2’an a Xarpêtê pêk hat.

Siyasetmedaran ku doz li wan hatiye vekirin tevlî rûniştina biryarê ya dozê nebûn.

Dozgeriya Tirk bi îdîaya ‘endamên rêxistinê’ ji siyasetmedarên Kurd re ceza xwest.

Dadgehê di navbeyna 7 sal û 3 meh û 8 salan de ceza li 30 kesî birî.

Li hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu jî 7 sal û 3 meh hate birîn.

Her wiha dadgehê bi tevahî 99 sal ceza li 12 siyasetmedarên Kurd birî.

Back to top button