Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 78 kesên din bi Corona ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 78 kesên din bi vîrusa koroneyê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar ku 78 kes bi vîrusa koroneyê ketine ji wan 46 mêr in û 32 jin in.

Her weha kesek ji nexweşiyê baş bûye.

Bi van daneyan, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 hezar û 570 kes bi Coronayê ketine, ji wan 366 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 291 kes baş bûne.

Back to top button