Şengalî: Tenê em dikarin biryarên têkildarî xwe bidin

Welatiyên Êzidî yên li Şengalê derbarê gef ê êrîşan de diyar kirin ku tenê Şengalî dikarin biryarê derbarê xwe de bidin.
Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Fikret Îgrek jî bang li partiyên Iraqê kir ku xwedî li Şengalê derkevin. Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê jî bang li civaka navnetewî kir ku rê li pêşiya êrîşên ser Şengalê bigire.

Derbarê gef û plnanên li dijî Şengalê, nerazîbûna Êzidiyan mezin dibe.

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê me li Şengalê nêrînên welatiyan girtin.

Şengalîyan diyar kirin ku tenê ew dikarin biryarên têkildarî xwe bidin.

Saziya Çand û Hunerê ya Şengalê banga xwedîderketina li Asayîşê kir

Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê jî Endamên Saziya Çand û Hunerê têkildarî gefên hikûmeta Iraqê yên li ser Şengalê daxuyanî da.

Saziya Çand û Hunerê bang li tevahiya gelê Êzidî û hunermendên Şengalê kir ku piştgiriya hêzên xwe yên parastinê bikin.

Fikret Îgrek bang li partiyên Iraqê kir ku xwedî li Şengalê derkevin

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Fikret Îgrek jî derbarê planên dijî îradeya Şengalê de berteka xwe nîşan da.

Fikret Îgrek got ku biryara berxwedanê wê civaka Êzidî ji her demê zêdetir nêzî azadî û xweseriya xwe bike.

Îgrek bang li hemû hêzên azadîxwaz û partiyên Iraqê kir ku xeteriya li ser axa Iraqê û gelê herêmê bibinin û xwedî li Şengalê derkevin.

Mala Êzîdiyan a herêma Cirzîrê gefên li dijî Şengalê şermezar kirin

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê jî destnîşan kir ku gefxwarina êrîşên li dijî Şengalê û rêveberiya wê bi armanca desteserkirina biryara şêniyên Şengalê, hatiye amadekirin.

Mala Êzidiyan bang li civaka navneteweyî kir ku rê li pêşiya êrîşan bigirin.

Wê sibe li Şengalê meşek girseyî were lidarxistin

Hat ragihandin ku li Şengalê wê sibe li dijî gef û planên li dijî Şengalê meşek girseyî were lidarxistin.

Komîteya amadekar jî bang li tevahiya gelê Şengalê kir ku tevlî meşê bibe.

Back to top button