KCK: HEVRÊ GEZEN BÛ YEK JI SEMBOLÊN XETA BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê çalakiyê Zulkuf Gezen de daxuyaniyekî nivîskî weşand.
KCK’ê diyar kir ku Gezen bi çalakiya xwe bû yek ji sembolên mezin ên xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê û Newrozê.
KCK’ê di daxuyaniya xwe de ev bang kir:
Divê gel xwedî li xeta berxwedanê ya şehîd Gezen derkeve û berxwedanê bi ser bixîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê çalakiyê Zulkuf Gezen de daxuyaniyekî nivîskî weşand.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Li zindana Tekîrdagê ewladên hêja yên gelê me, şoreşgerê mezin hevalê me Zulkuf Gezen çalakiya fedayî kir û şehîd bû.

Hevrêyê me Zulkuf Gezen bi vê çalakiya xwe bû yek ji sembolên mezin ên xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê û Newrozê.

Em hevrêyê xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê Rêberê xwe azad bikin, Kurdistanê rizgar bikin û Tirkiyê demokratîk bikin ku hesreta wî bû. “

KCK’ê bang li gel kir ku xwedî li li bîranîna şehîdê destpêkê yê pêngava ‘Em tecrîdê bidawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ Zulkuf Gezen derkeve, biherike qadên Newrozê, berxwedanê mezin bike û bi rengekî bi heybet wî oxir bike.

KCK: BI ÇALAKIYA FEDAYÎ YA GEZEN PÊNGAV DERBASÎ QONAXEKE NÛ BÛ

KCK’ê diyar kir ku bi çalakiya fedayî ya Zulkuf Gezen pêngava ‘Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ derbasî qonaxek nû bû.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir:

Em bang li gelê xwe, civaka Tirkiyê, jin, ciwan, hêzên çep, sosyalîst û demokratîk dikin ku ji bo mirovahiyeke azad û demokratîk xwedî li têkoşîna Zulkuf Gezen derkevin û berxwedanê bi ser bixînin.”

Leave a Reply

Back to top button