Li Qamişlo çalakiya konvedanê ya ji bo rêber Apo di roja 4’an de ye

Li Qamişlo çalakiya konvedanê ya ji bo rêber Ocalan di roja 4’an û ya li Şehbayê jî di roja 10’an de didome.

Îro şêniyên navçeyên Til Koçer û Çilaxa tevli çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Pêşeroj Cewherî axivî û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir..

Pêşeroj Cewherî diyar kir ku hêzên komploger di kesayeta rêber Abdulah Ocalan de hewl didin gelên Rojhilata Navîn dadgeh dikin.

Endamê meclisa navçeya Til Koçerê Newaf Xedan jî axivî û kiryarên dewleta Tirk şermezar kir..

Endama Kongreya Star a navçeya Til Koçerê Emel Celûd jî daxwaza pêkanîna hevdîtina parêzeran bi rêber Ocalan re kir.

Tê payîn ku çalakiya konvedanê wê heta 28’ê Adarê dewam bike.

Li Şehbayê jî çalakiya konvedanê di roja 10’an de dewam dike.

Çalakgeran diyar kirin ku heta ew agahiyekê li ser Rêber Ocalan negirin ew ê di nava çalakiyan de bin.

Back to top button