Çalakiya greva birçîbûnê di roja 121’an de ye

Çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya wî didomin. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 121’an de ye.
Girtiyên li Girtîgeha Rihayê jî ragihandin ku heta parêzer bi rêber Ocalan re hevdîtin nekin, ew ê dernekevin hevdîtina telefonê.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî a bi armanca azadiya Rêber Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan, di roja 121’an de ye.

Çalakiya li Mexmûrê ya bi pêşengtiya jinan jî 100 roj li peyî xwe hişt.

Çalakiya panaberên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê a ji bo azadiya rêber APO jî ket roja 83’an.

”Heta tecrîd bi dawî nebe em dernakevin hevdîtina telefonê”

Girtiyên li Girtîgeha Rihayê, ragihandin ku heta parêzer bi rêber Ocalan re hevdîtin nekin, ew ê dernekevin hevdîtina bi rêya telefonê.

Parêzer Cengîz Yureklî: Hevdîtina digel Rêber Apo ji bo kêmkirina nerazîbûnan e

Ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, destnîşan kir ku hevdîtina piştî 11 mehan û şûnde, hewldaneke ji bo kêmkirina nerazîbûnên têkildarî jiyana Rêber Ocalan e.

Cengîz Yureklî anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê kelhekî girîng e, lewra divê her kes xwedî lê derkeve û civaka navnetewî bi berpirsyarî tev bigere.

”Hevdîtina bi telefonê ya bi Rêber Ocalan re provakasyon e”

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî diyar kir ku hevdîtina bi telefonê ya bi Rêber Ocalan re provakasyon e.

Omer Ocalan bang li dewletê kir ku bi awayekî cidî tevbigere.

Omer Ocalan destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtiyên din yên li cem wî di bin îşkenceyeke derûnî de ne û ev tişt anî ziman,

Back to top button