Talîbanê dema vekişîna leşkerên DYA ji Efxanistanê bibirxist û gef xwar

Di nava DYA û Talîbanê de careke din rewş aloz dibe û peyamên gefxwarinê despê kirine.
Serokê DYA Biden ragihand vekişîna hêzên wan yên li Efxanistanê heta 1’ê Gulanê zehmete.
Li dijî vê Talîbanê gef xwar û got,
Ger vekişîn heta dema hatî diyarkirin pêk neyê, ew ê dest bi şer bikin.
Careke din li Efxanistanê nîşaneyên derketina şerekî dem dirêj tê xuyakirin.

Bi derbasbûna rojê re, dema peymana navbera DYA û Talîbanê de nêz dibe.

Talîban li bendêye ku DYA leşkerên xwe heta 1’ê Gulanê ji welat vekişîne.

Ji niha ve êdî peyamanên aciziyê di nava aliyan de xwe dide der.

Talîbanê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got,

Mayîna leşkerên DYA û beşek ji yên NATO li Efxanistanê tê wateya “dewama dagirkeriyê”. Rêya herî hêsan ya dawî anîna şerê li Efxanistanê, pêkanîna peymana li Doha yê ye. Me peyman pêk anî û em li bendê ne DYA jî pêk bîne.

Ev daxuyanî piştî Serokê DYA Joe Biden diyar kir ku vekişîna leşkerên wan heta 1 Gulanê ji Efxanistanê zore, hat dayîn.

Biden her wiha anîbû ziman ku ti armancek wan ya mayîna demdirêj li Efxanistanê jî tineye.

Talîban: Ger DYA venekişe wê şer careke din despê bike

Talîbanê ragihand ku ger vekişîna hêzên biyanî ji nava Efxanistanê li gorî hatî plankirin pêk neyê wê careke din şer despê bike.

Em ê neçar bimênin ku ji bo parastina welatê xwe bikevin nava şerekî leşkerî û têkoşîna xwe ya çekdarî bidomînin. Efxanistan, ya Efxanan e. Kesek nikare ji derve destwerdanê bike û sîstemeke nû li ser ferz bike.

Koşka Spî: Biden hîna biryara dawî nedaye, lê vekişîn zor e

Herî dawî Berdevka Koşka Spî Jen Psaki di daxuyaniya çapemeniya rojane de li ser mijarê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Psaki balkişand li ser rewşa aloz ya li Efxansitanê û wiha got:

Ger li rewşa Efxanistanê were temaşekirin heta 1’ê Gulanê derketin zehmete. Biden ji ev got. Em naxwazin Efxanistan careke din bibe ceneta terorîstan. Em bi hevalbendên û şirîkên xwe yên li herêmê re di nava danustandinan de ne. Lê Biden hîna biryara xwe ya dawî nedaye.

Peymana DYA li gel Talîbanê 29’ê Sibata 2020’an di serdema rêveberiya Donald Trump de pêk hat.

Li gorî peymanê wê hêzên Amerîka heta 1’ê Gulanê ji welat vekişe.

Trump bê ku bi hevalbendên xwe yên NATOyê re bişêwire ev peyman îmze kiribû.

Di nava derbasbûna salekê ji peymanê re, 5 hezar girtiyên Talîbanê hatin berdan û Talîbanê jî 1000 kesên girtîn serbest berda.

Amerîka jî jimara leşkerên xwe li herêmê heta asteke berbiçav kêm kir.

Back to top button