Biden, Şî û Putin di nav de lîderê 40 welatan vexwend civîna Avhewa

Serokê DYA Joe Biden ji bo civîna avhewa ya Nîsanê ku wê pêk were, tevî Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Çînê Şî Cinping vexwendinname ji lîderê 40 welatan re şand.

vir despêkê dimenê koşka spî û piştre yê Erdogan bidin..

Serokomarê Tirkiye Erdogan jî ji bo civîna 22-23 Nîsanê ya avhewayê hate vexwendin.

Koşka Spî di daxuyaniya li ser mijarê dayî de wiha got:

Civîna lîderan, wê ji bo rewşa avhewa û aboriyê gavek baş be.

Biden bang li serokê dewleta kir ku têkildarî têkoşîna welatê wan ya li dijî avhewa, dosyan amade bikin.

Serokê DYA Biden di daxuyaniya çapemeniya xwe ya îro de ragihand ku lîderên Rûs û Çîn ji bo civînê hatine vexwendin.

Her wiha peywendiyek telefonî li gel serokwezîrê Îngilistanê Boris Johnson jî pêk aniye û gotiye, rojeva sereke wê krîza avhewa be.

Civîn wê bi rêya vîdeo konfrans pêk were.

Peymana Parîs ya Avhewa 2016’an ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewa bi hatina gelhev ya nêzî 200 welatî pêk hatibû.

DYA 4’ê Mijdara 2020’an ji peymanê derket û bû welatê yekem ku ji peymanê vekişiyayî.

Bi peymana Avhewa ya Parîsê re tê xwestin rêjeya germbûna cihanê bi 2 pileyan were daxistin û rê li pêşiya karesatan were girtin.

Back to top button