Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, berî civîna Meclisa Jinê ya HDP’ê di axaftina vekirinê de diyar kir ku ewê desthilatdariya mêr biguherînin û li her derê têkoşîna li dijî tecrîd û faşîzmê mezin bikin.
Meclisa Jinê ya HDP’ê li bajarê Enqerê civînek li darxist.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Pervîn Bûldan axaftina vekirina civînê kir.
Pervîn Buldan, diyar kir ku jin bi awayekî bi hêz, biryardarî di nava têkoşînê de cih digirin û anî ziman ku wan di 8’ê Adarê de, dengê xwe zêdetir bilind kir.
Qad bi têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên zextan mezin dibe, tije kir.
Pervîn Bulan, destnîşan kir ku dê bi ti cureyên êrîşan nikaribin wan asteng bikin, li dijî tecrîd û faşîzmê jî qadên Newrozê hatin xemilandin.
Jinan peyamên girtîng dan gotin: ‘Hûnê nikarin me teslîm bigirin’.
Pervîn Buldan: Em ê vê desthilatdariya mêr biguherînin
Pervîn îşaret bi vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê jî kir û diyar kir ku ew di ferqa hêza jinan de ne, lewra ji Peymana Stenbolê ku mafê jiyana hemû jinan û parastina zarokan e, kişiyan.
Pervîn eşkere kir ku bi vê biryarê dixwazin sûcên li dijî jin û zarokan zêdetir bikin û diyar jî kir ku ew dixwazin têkoşîna jinan bi HDP’ê re bigirin û got:
Emê weke her dem, rêveberiya demokratîk a jinan ava bikin û biharê bi jinan bidin jiyîn.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan teqez kir ku emê vê desthilatdariya zilm a faşîst biguherînin!
Hêza me jî têra vê yekê dike, bawerî, biryardarî û cesareta me ya vê yekê jî heye.