QSD`ê bi navbeynkariya hêzên Rûsyayê, cenazeyên leşkerên artêşa Tirk a dagirkr û çeteyên wê yên ku şerên li Eyn Îsayê de hate kuştin, radestî hêzên Tirkiyê kirin.
Li gorî qanûnên şer ên qada navneteweyî, QSD`ê rê da hêzên Tirkiyê ku cenazeyên çeteyên ku di encama êrişên li dijî Eyn Îsayê yên di navbera 18 û 20`ê Adarê de, hatin kuştin bibin.
Radestkirina cenazeyan îro li herêmê bi navbeykariya hêzên Rûsyayê pêk hat.
QSD`ê beriya niha ragihandibû ku gelek cenazeyên komên çeteyan hîn jî di bin kontrola hêzên wan ên li derdora navçeya Eyn Îsayê de ne.
QSD’ê bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di navbera 18 û 20’ê Adarê de yên li dijî gundên Seyda û Mielek ên Eyn Îsayê dan. Di encamê de 37 çete hatin kuştin.