Ji bo guhartina demografiya Efrînê çete hewl didin destekê ji Ewropa bigirin

Ji bo guhartina demografiya Efrînê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe hewl didin piştgiriya Ewropa ji bo avakirina projeyan li Efrîna dagirkirî, bigirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji bo projeyên avakirinê û bazirganiyê li herêma Efrînê ava bikin çeteyên bi navê Îtîlaf hewl dide piştigiriyê ji Ewropa bigire.

Ev hewldan bi destekdayîn û erêkirina dewleta Tirkiyê tê kirin.

Li gorî çavdêriyê, armanca Îtîlafê ew e ku koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê li şûna Efrîniyên ku hatine koçberkirin, bi cih bike.

Di bin êşkenceyê de sivîlekî ji navçeya Raco hat kuştin

Li aliyekî din li girtîgeha El- Raî ya çeteyan, şêniyê bi navê Mesud ê 42 salî yê ji navçeya Reco di bin êşkenceyê de hat kuştin.

Navenda Belgekirina Binpêkirina a Bakur Sûriyê diyar kir ku ji dema dagirkirina Efrînê 145 girtî di bin êşkenceyê de hatin kuştin.

Back to top button