“Ji bo me jinan peymana Stenbolê rastiya xwe diparêze”

Parlementera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku ji bo aktîfkirin û pêkanîna Peymana Stenbolê wê têkoşînê bidomînin û got: “Ji bo me jinan payman rastiya xwe diparêz e.”

Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li ser mijara biryara fesîhkirina Peymana Stenbolê axivî.

Dîlan anî ziman ku ew vê biryarê nas nakin, diyar kir ku biryara Peymana Stenbolê û doza girtina partiyê ji hev cihê nabînin û wê li dijî vê biryarê têbikoşin û destnîşan kir ku deshilata AKP’ê dixwaze li dijî hemû muxalefetên xwe darbeyê bike, her kesê ku vê îtiraz jî bike dixwaze tasfiye bike.

Dîlan got;

“Jin demek dirêj in li dijî faşîzma AKP’ê muxalefetek bihêz dike û li ber xwe dide. Divê ev berxwedan di mijara azadiya takekesî ya jinê de bê parastin.

Têkoşîna ku jinan hilberandî û enerjiya afirandî li welat mijara demokrasiyê bihêz dike.

Dîlan Taşdemîr bal kişand ser êrîşên li ser sîstema hevserokatî û saziyên jinan û dîsa bi qeyûman dagirkirina şaredariyan, diyar kir ku biryara li ser Peymana Stenbolê ne ya yekê ye û wiha domand;

“Li cihê ku xeta azadiya jinê hebe, rejîma yek mêrî û otorîter, hûn nikarin hêza mêr serwer bikin. Ji bo vê têkoşîna hevpar a jinê tê hedefkirin.

Ji bo jinan Peymana Stenbolê rastiya xwe diparêz e. ji bo pêkanîn û aktîfkirina peymanê jî em ê têkoşîna xwe bidomin.”

Dîlan bal kişand ku êrîşên li ser partiya wan jî ji vê konseptê ne cuda ye û wiha nirxand;

“Partiya me di dîroka siyasî ya Tirkiye de, di dîroka demokrasî û têkoşîna jinê de qadeke cidî vekir. Zêdebûna nûnertiya jinê ya ku bi serbilindî li her derê qala wê bê kirin, serketina partî û meclîsa jinan a me ye.

Partiya me partiyeke welê ye ku bi perspektîfên têkoşîna jinê ketiye ser rê.

Girtina HDP’ê tê wateya xespkirina destkeftiyê jinê ye. Ji bo vê hem em ê ji bo Peymana Stenbolê û hem jî li dij doza girtina partiya xwe têkoşîn.

Back to top button