5 çete li gundewarê Idlibê hatin kuştin

Li rojhilatê başûrê Idlib û gundewarê wê, 5 çete di encama armanckirina hêzên hikûmeta Şamê de, hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku duh êvarî hêzên Şamê bi mûşekekê çeteyên Tirkiyê yên li eniyên Mecdeliya ya gundewarê Idlibê armanc kir.

Di encamê de, 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Hêzên hikûmeta Şamê her wiha bi çekên giran Kefir Ema ya gundewarê rojavayê Helebê û herêmên derdora Qilêdîn û Enkawî ya Sehil El-Xab bombebaran kirin.

Back to top button