KÎNO GABRIEL:JI BO ÇETEYÊN DAIŞ’Ê PÊWÎSTÎ BI DADGEHEKE NAVNETEWÎ HEYE

Berdevkê QSD’ê Kino Gabriel û Berdevkê Buroya Têkiliyên Derva ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif li ser girtiyên DAIŞ’ê yên biyanî axivîn û gotin;
Ji bo darizandina DAÎŞ’iyan divê dadgeheke navneteweyî were avakirin.
Rêveberiya Xweser jî niha stratejiyeke nû dimeşîne ew jî têkbirina fikrê çeteyan e ku li herêmê belav bûye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî di encama operasyonên dawî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin û xwe teslîm kirin e.

QSD’ê doh daxuyaniyek da û diyar kir, di nava du mehên dawî de 5 hezar DAÎŞ’î tevî malbatên xwe bi giştî 29 hezar û 600 DAÎŞ’î teslîmî hêzên wan bûn.

Derbarê çarenûsa van çeteyan de Berdevkê QSD’ê Kino Gabriel ji ajansa Firatê re axivî.

Kino Gabriel hebûna hejmarek ewqas mezin ji çeteyan li ser bakûr û rojhilatê Sûrî weke gefekemezin bi nav kir.

Gabriel diyar kir ku ji bo darizandina van kesan û avakirina dadgeheke navneteweyî ew hevdîtinan bi Koalîsyona Navneteweyî re dikin.

Berdevkê QSD’ê Kino Gabriel daxwaz kir ku li Sûrî an jî Iraqê dadgehek navnetewî were çêkirin û ev çete li wir werin darizandin.

BERDEVKÊ BUROYA TÊKILIYÛB DERVE KEMAL AKIF:
DERBARÊ DAGEHEKE NAVDEWLETÎ JI BO ÇETEYAN NÎQAŞ TÊ KIRIN

Li ser heman mijarê berdevkê Buroya Têkiliyên Derva ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif jî li ser heman mijarê axivî.

Kemal Akif li ser avakirina dageheke navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha got:

“Ger ev yek pêk hat, dê nûnerên welatiyan jî beşdarî dadgehkirinê bibin.”

Akif dazanîn ku rêveberiya Xweser niha stratejiyeke nû dimeşîne ku fikrê çeteyan e li herêmê belav bûye têk bibe.

Leave a Reply

Back to top button