Xwepêşandanên li Miyanmarê..di nava 24 saetan de 91 kes hatin kuştin

Li Miyanmarê li dijî darbeya leşkerî, xwepêşandan dewam in û di nava 24 saetên derbasbûyî de bêhtirî 90 xwepêşander hatin kutştin. Li dijî vê yekê Wezîrê Parastinê yê 12 welatan bertek nîşan da.

Malpera “Miyanmar Now” eşkere kir ku jimara kesên di xwepêşandanên doh de hatine kuştin gihiştiye 91’î.

Ji roja darbeyê heta niha ev daneya herî bilind ya hatî tomarkirine.

Serokê Meclisa Leşkerî dîsa soza li darxistina hilbijartinan, da.

Ceneral Mîn Ong Hilayng diyar kir ku ji neçarî artêşê barê desthilata welêt hilgirt, ji ber kirinên ne exlaqî yên partiya serwer ku gelek berdevkên wê bi gendeliyê hatibûn tawanbarkirin.

Wezîrê Parastinê yê 12 welatan ji ber bikaranîna hêz bertek nîşan dan

Li dijî vê yekê li nava cihanê tenê bertek di asta daxuyaniyan de maye.

Tevî Îngilistan, DYA û Almanya wezîrê Parastinê yê 12 welatan li dijî hovîtiya artêşa darbekar ya Myanmarê bertek nîşandan.

Wezîran diyar kirin ku ji bo xizmetkirina aliyeke biçûk mirov têne kuştin.

Ji 1’ê Sibat roja darbe pêk hatî heta niha zêdeyî 400 kes hatine kuştin.

Back to top button