“Dewleta Tirk bi sûcên dermirovî qanûnên navnetewî binpê dike”

Endamê Meclisa Şêwira Qebîleya Fedan Abulezîz Deham Ebû Ewed bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku dewleta Tirk bi sûcên dermirovî yên li dijî Rêber Apo tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike.

Ebû Ewed destnîşan kir, dewleta Tirk rêber Abdullah Ocalan bi terorîst bi nav dike, lê bi tecrîda li ser ferz bûye, hat diyarkirin ku sûcdarê rasteqîn dewleta Tirk bi xwe ye.

Ebû Ewed bi bîr xist ku di qanûna Tirkî de kesê tê girtin heta ku malbata wî parêzerekî jê re erkdar neke, dewlet bi xwe parêzerekî li gorî xwe jê re erkdar dike. Lê di dema rêbertî de ev yek ne hat pêkanîn.

Endamê Meclisa Şêwira Qebîleya Fedan teqez kir, bi saya felsefeya Rêber Apo biratiya gelan û jiyana hevbeş li ser erdê heye, lewra dewleta Tirk di navbera gelên herêmê de tevlihevî û fikirên nerast belav dike.

Back to top button