Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din bi Coronayê jiyana xwe ji dest dan

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din bi Coronayê jiyana xwe ji dest dan û 95 kes pêketin..

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa îro ragihand ku 95 kesên din bi vîrûsê ketin û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.,

Mustefa diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane ji Qamişlo, Girkê Legê û Hesekê ne ..

Mistefa diyar kir kesên bi Coronayê ketine 61 mêr û 34 jin in..

Ciwan Mustefa diyar kir ku 2 kesên ku bi vîrûsê ketibûn jî başbûne..

Bi vî awayî hejmara kesên li herêmê bi Coronayê ketin bû 9665 ji wan 369 kesan jiyana xwe ji dest dan û 1293 baş bûne..

Back to top button