Pekîn û Tehranê ji bo 25 salan “peymana hevkariya stratejîk” îmze kirin

Li dijî Ewropa û DYA, Çîn û Îran peywendiyên xwe xurt dikin.
Çînê li pêşberî petrolê bi Îranê re peymaneke 400 milyar dolar îmze kir

Li gorî nûçeya Tehran Tîmesê, peyman ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf û hempîşeyê wî yê Çînî Wang Yî ve li Tehranê hate îmzekirin.

Detayên peymanê nehate eşkerekirin.

Tehran Tîmesê di vê mijarê de cih da parvekirineke Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Pekînê Mûhammed Keşavarz-Zadeh a li ser twîtterê.

Sefîrê Bilind diyar kir ku metna peymanê bi taybetî kapasîteya hevkariya li qadên “teknolojî, pîşesazî, ragihandin û enerjiyê ye.”

Rojnameya Fînancîal Tîmesê nivîsand ku projeyek ji 18 rûpelî ya li ser mijarên enerjiyê, petrokîmya, enerjiya nukleerê, teknolojiya bilind û hêzên leşkerîp ar dîtine.

Her wiha hate ragihandin, Îran xwedî projeyên deryayê ye ku rola Çînê ya li ‘Rêya Îpekê ya Nû’ teşwîq bike.

Back to top button