Efxanistan..Muhîb: Beriya aştiyê derketina hêzên navbeynkar wê bibe sedema şerê naxweyî

Şêwirmendê Parastinê yê Serokomariya Efxanistanê Hemdullah Muhîb diyar kir ku beriya aştiyê derketina hêzên navbeynkar wê bibe sedema careke din şerê navxweyî gur bibe.

Hemdullah Muhîb têkildarî mijarê li paytext Kakilê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Muhîb îşaret bi girîngiya hêzên navbeynkar yên li welat kir û got,

Hêzên biyanî yên li welat pêwist di vekişînê de lezê nekin.

Beriya aştî pêk were divê ji welat dernekevin.

Şêwirmendê Parstinê yê serokomariya Efxanistanê anî ziman ku pêwiste Talîban vê fersendê baş bikar bêne û ji bo ev pêvajo biser bikeve kar bike.

Hemdullah Muhîb balkişand li ser civîna ku wê li Stenbolê pêk were û anî ziman ku divê Talîban kesên xwedî biryar ji bo konferansê bişêne.

Muhib îdia kir ku şandeyên beriya niha di pêvajoyê de rol dileyîstin ne xwedî biryar bûn.

Muhîb daxuyakirin ku heta niha ti pilanek diyarkirî ya Talîbanê ji bo aştiyê tuneye û ji ber vê yekê tevî hemû tundiyan hêzên wan ji bo parstinê aamade ne.

Back to top button