Kongra Star li Kobanê bi daxuyaniyekê darizandina Çîçek şermezar kir

Rêxstina Kongra Star a herêma Firatê li dijî darizandina şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê daxuyaniyek da û bang li raya giştî kir ku li dijî binpêkirinên dewleta Tirk helwestên xwe nîşan bidin. 

Dewleta Tirk di 23’ê Adarê de şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê (Dozgîn Temo) darizand û cezayê heta hetayê lê birî.

Rêxistina Kongra Star a herêma Firatê bi amedebûna dayika Çîçek Kobanê Wehîde Osman, li qada Jina Azad daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Çîçek Kobanê şervaneke Kurd e, di şerê li hember DAIŞ`ê di çeperên herî pêşî de şer kir.

Her wiha di daxuyaniyê de hat zanîn ku dewleta tirk ji dîlgirtina Çîçek zêdetir, cezayê heta hetayê lê birî û got:

Mafê Tirkiyê tune ye ku li hemwelatiyeke welatekî din ceza bibire, ji ber vê ew bi van kirinana zagon û hevpeymanên navneteweyî binpê dike.

Kongra Star di dawiyê de dibêje, Emê di oxira doza Çîçek de têbikoşin û tola xwe ji dewleta Tirk hilînin.

Back to top button