Çalakiya konvedanê ya li Şehbayê di roja 11’an de ye

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo berdewam dikin.
Di vê derbarê de çalakiya konvedanê ya li Şehbayê di roja 11’an de û ya li Reqayê di roja 2’an de dewam dikin.
Kesên ku tevli çalakiyan bûn tecrîda li ser rêber Apo şermezar kirin û banga azadiya wî kirin.

Çalakiyên konvedanê yên ji bo rewşa tenduristiya rêber Apo li herêmê dewam dikin..

Di vê çarçoveyê de çalakiya li Şehbayê di roja 11’an de dewam dike.

Bi deham şêniyên herêma Şehbayê û endamên Saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakgeran diyar kirin ku heta ew agahiyên zelak derbarê rewşa Rêber Apo wergirin ew ê di nava çalakiyan de bin.

Çalakiya konvedanê ya li Reqayê 2 rojin dewam dike

Çalakiya konvedanê ya li bajarê Reqayê ku ji aliyê Rêveberiya Jinan a Reqayê ve hatî birêxistinkirin jî di roja 2’an de ye..

Îro bi dehan şêniyên Reqayê, endamên Saziyên Sivîl û endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê herikîn bin konê çalakiyê.

Kesên ku tevli çalakiyê bûn banga azadiya Rêber Apo kirin.

Di çalakiyê de her wiha helbestên bi zimanê erebî li ser rêber Apo hatin xwendin..

Tê payîn ku çalakî heta 31’ê Adarê dewam bike.

Çalakiya konvedanê a li Qamişlo di roja 5’an de bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya li bajarê Qamişlo ku beriya 5 rojan dest pê kiribû îro bi dawî bû..

Çalakgeran diyar kirin ku heta azadiya rêber Apo ew ê çalakiyên cur be cur li dar bixin.

Back to top button