Ji ber keştiya “Ever Given” 321 keştî li ber qenala Siwêsê ya Misrê kom bûne

Rêya bazirganiya navbera Derya Spî û Sor hatiye girtin, bi sedan keştî li ber Qenala Siwêsê ya Misrê kom bûne.

Keştiya Ever Given ya li Qenala Siwês asê mayî li benda xelaskirinê ye.

Bi derbasbûna rojê re, tirafîka li ber derê qenalê jî zêde dibe.

Sererkanê Rêveberiya Qenala Siwêsê Usame Rabie diyar kir ku sedemê runiştina keştiyê li ser axê ji ber bahoza bihêz bû.

Her wiha dibe, pirsgirêkeke din ya teknîkî û şaştiya mirovî jî hebe.

Usame Rabie dazanîn ku li herdu aliyên qenalê 321 keştî li benda xelaskirina Ever Given in.

Ji bo derxistina keştiyê xebat têne kirin lê ya xuya dike ev rewş wê hîna dewam bike.

Niha ji bo kêmkirina barê li keştiyê xebat têne kirin.

Keştiya ku 24’ê Adarê li qenalê asê mayî bandoreke sereke li ser bazirganiyê kiriye.

Ji bo rewş hîna metirsîdar nemîne, tê xwestin rêgihek din ji bo keştiyan were diyarkirin.

Back to top button