Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê operasyona Ii kampa Holê de ragihand ku di encama xebatên lêgerînê, çeteyekî DAIŞ’ê yê bi nasnav Ebû Seed El-Iraqî hatiye girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî operasyona ku li kampa Holê dest pê kiribû, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Îro saet di 04.00’an de hêzên me bi piştgiriya hêzên QSD, YPG, YPJ’ê, bi giştî 5 hezar ji hêzên ewlehiyê dest bi operasyoneke berfireh li bi navê “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” da kirin. ”
Hate destnîşankirin ku bi armanca paqijkirina kampê ji şaneyên DAIŞ’ê vê operasyonê pêk anîn.
Hêzên Ewlekariya diyar kir ku di roja yekem de 9 kesên ku navên wan di lîsteya lêgerînê de bûn, hatine girtin û di çeteyekî bi nasnav Ebû Seed El-Iraqî ya ku ji bo DAIŞ’ê endam kom dikirin, hat girtin.