KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ: BI AGIRÊ NEWEROZÊ WÊ FAŞÎZM WERE HILWEŞANDIN

Bi rasthatina hatina Newrozê cejna gelê Kurd a netewî, Komalên Jinên Kurdistanê peyamek weşand.
Kordînasyona KJK’ê diyar kir ku wê bi agirê Newrozê faşîzma dewleta Tirk were hilweşandin.

Kordînasyonê bi bîr xist ku jinên Kurd li seranserê cîhanê bi slogana “Jin jiyan azadî” 8’ê Adarê daketin meydanan û bi vî awayî Newroza 2019’an hat pêşwazîkirin û wiha dewam kir:

Hevrê Zulkuf Gezen li ser şopa berxwedana Sema Yûce, bi lehengî û awayekî fedaîyane canê xwe kir qurban. Ev heval bi çalakiya xwe nîşan da ku li hemberî rihê berxwedêr ê ciwanên Kurd ti hêz nikare bibe asteng.

Kordînasyona KJK’ê ragihand ku ew ê bersiva pêwîst bidin banga Zulkuf Gezen û wiha got:

Di serî de jin, wê gelê Kurdistanê bi soza xurtkirina berxwedan û têkoşînê qadên Newrozê tije bike. Ya herî rast ew e ku em peyama hevrêyê xwe Zulkuf baş fêm bikin û li gorî wê tevbigerin. Soza me ew ku em ê li gorî helwesta fedaîyane ya şehîdên xwe tecrîdkirina Rêber Apo bişkînin.

Ji bo me gelê Kurd, Newroz navê serhildana li dijî zaliman e. Newroz, azadî, berxwedan û têkoşîn e. Ev wate bi berxwedana Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Sema Yûce, Zulkuf Gezen û bi hezaran şehîdên leheng eşkere bû.

Kordînasyonê diyar kir ku berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leya Guven, berdewamiya xeta Newroza Kawayên Hemdem e û ev bang kir:

Em ê îsal li qadan Newrozê bi rihekî fedaî pêşwazî bikin. Bi mîlyona kes wê li dora Rêber Apo û şehîdên leheng bibin xelek.

Bi agirê gur ê Newrozê em ê faşîmza dewleta Tirk hilweşînin. Bi vê zanebûnê lazime hemû gelê me 21’ê Adarê li qadên Newzorê dengê xwe li dijî tecrîdkirina Rêber Apo bilind bike û li şehîdê fedayî Zulkuf Gezen xwedî derkeve.

Leave a Reply

Back to top button