Li herêma Cizîrê fermandar Egid bi merasîman hat bibîranîn

Şêniyên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Hesekê, Til Temir û Til Hemîsê bi merasîmên cuda şehîd Fermandar Egîd bibîranîn..
Di merasîman de hat diyar kirin ku rêya şehîd Egîd rêya têkoşîn û rastiyê ye û soza şopandina rêya wî hat dayîn.

Îro 35 sal di ser şehadeta yek ji fermandarên pêşeng yê Tevgera Rizgariya Kurdistanê Mahsûm Korkmaz bi nasnav Egîd re derbas dibin.

Bi vê boneyê, li goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo, Fermandar Egîd bi merasîmekê hat bibîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê jî ji bo bîranîna şehîd Fermandar Egîd merasîmek li goristana şehîd Dilşêr li dar xist.

Di merasîmê de Rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk a navçeyê Guvend Arzîn Can axivî û şehîd Egîd bîr anî.

Şehîd Fermandar Egîd bi merasîmekê li goristana şehîd Ismaîl ya navçeya Amûdê jî hat bîranîn..

Yek ji Rêveberê Meclisa navçeyê Sabir Ehmed di merasîmê de axivî û diyar kir ku rêya şehîd Egîd rêya rastiyê ye..

Bi sedan ji şêniyên navçeya Til Hemîs ya Kantona Qamişlo jî li goistana şehîdan a navçeyê kom bûn û şehîd Fermadar Egîd bîr anîn..

Ji fermandarên QSD’ê Harûn Dêrik di merasîmê de axivî û diyar kir ku şehîdên şoreşa Rojava hêza xwe ji berxwedana şehîd Egîd digirin.

Şêniyên bajarê Hesekê jî Fermandar Egîd bîr anîn.

Di bîranînê de Şervanên YPJ û YPG’ê jî merasîmeke leşkekerî lidarxistin.

Piştre endama rêveberiya Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Şîtka axivî û di şexsê Fermandar Egîd de hemû şehîdên azadiyê bîr anî..

Zeyneb destnîşan kir ku ew ê yekitiya gelan û armancên zarokên xwe yên şehîd pêk bînin û civakeke wekhev û adil ava bikin

Li Til Temirê jî şêniyan li goristanê Fermandar Egîd bîr anîn..

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Edil Hisên axivî û behsa jiyan û têkoşîna wî kir.

Back to top button