
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe bi çekên giran êrîşî gundê Merenaz ê Efrînê kir.. kuştî û birîndar jî hene.
Vê sibehê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bi çekên giran û ji bejahî êrîşî gundê Merenazê yê navçeya Şera ya Efrînê kir.
Li gorî agahiyan, di encama êrîşan de, kuştî û birîndarên dewleta Tirk a dagirker hene.
Her wiha şevê din tevgera 2 balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk li ser navçeyên Şera û Şêrawayê hat dîtin.
Ev yek jî hemwextî topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundên herêma Şehbayê hat.