DIVÊ NÛNERÊN 5 MILYON MIROVAN TEV LI HEVDÎTINAN BIBIN

TEV-DEM’ê li ser çareseriya aloziya Sûriyê û hewldanên çareseriyê yên nûnerê NY’yê Geir Pedersen daxuyaniyeke niviskî da.
TEV-DEM’ê destnîşan kir ku ew hewldanên çareseriyê yên Pedersen girîng dibînin û destekê didinê.

Tevgera Civaka Demokratik (TEV-DEM) li ser hewldanên dema dawîn ên çareseriya aloziya Sûriyê û axaftina nunerê navnetewî yê Sûrî Geir Pedersen ku gotibû ,

“Rola QSD’ê ya siyasî mijarek e ku divê em li ser nîqaş bikin”, daxuyaniyeke nivîskî da.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Bakurê Sûriyê bi rêveberiya xwe ya demokratîk, berpirsyariya 5 milyon mirovên Kurd, Ereb, Suryan û gelên din hilgirtiye ser milê xwe.

Divê nûnerên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di hevdîtinên ji bo çareseriya aloziya Sûrî de hebin.

Bi têkoşîna gelê herêmê niha li bakur û rojhilatê Sûrî aramî û ewlehî heye.

TEV-DEM’ê bal kişand ser axaftinên nûnerê taybet ê Sûriyê yê NY’ê Geir Pedersen û ev tişt anî ziman;

Em wek TEV-DEM hêvî dikin ku birêz Pedersen ev axaftinên xwe yên vekirî ji raya giştî re bi cih bîne.

Em wek gelên li bakur û rojhilatê Sûrî û TEV-DEM destnîşan dikin ku kar û xebatên birêz Pedersen em ê hêsan bikin û piştgiriyê bidin kar û xebatên wî.

Tevgera Civaka Demokratik di dawiya daxuyaniya xwe de careke din dagirkeriya dewleta tirk ya herêmê redkir;

NY û hemû hêzên ku li Sûriyê li ewlehî û aştiyê digerin, em li bendê ne ku ji tu şantajan re serê xwe netewînin û vê rastiyê li ber çavan bigirin.

Leave a Reply

Back to top button