Berdevkê eşîra El Fdan: Em nahêlin herêmine din werin dagirkirin

Her çi qas dinya tev li dijî herêmê; çi bi êrîşan çi jî bi bêdengiyê bûbin yek û hevkar bin, li vir, li herêmê hêza gel û hevgirtina pêkhateyan têrê dike û wan heta niha herêm li ser pêyan hiştiye..
Rûspiyên êl û eşîrên herêmê jî vê yekê piştrast dikin û Berdevkê Eşîreya Fedan ا ,Teysîr El-Efad yek ji wan e.
El-Efad dibêje “Şêx û rûspiyên herêmê nahêlin herêmên din ên Sûriyê werin dagirkirin û yên dagirkirî jî wê werin rizgarkirin.” 

Em Hêzên Sûriya Demokratîk, îro roj parastina xwe û axa xwe dikin.

Dewleta Tirk peymanên hatîn îmzekirin, binpê dike.

Li vir em Rûsya şermezar dikin.

Civaka Navdewletî jî bêdeng e. Ji sûc û binpêkirinên Tirkiyê re xwe bêdeng kiriye.

Berê dagirkerên Osmanî bûn, ma niha jî wê Sûriyê dagir bikin.

Duh tenê malbatek bi giştî û ji eşîreya me bixwe, tevde di êrîşeke wan de çûn.

Ev sivîl in, ne leşker in.

Efrîn dagir kir, Girê Spî û Serê Kaniyê jî û hîna hewl didin bi pêş de werin.

Behsa peymanên navdewletî dikin û ew pêk nayînin.

Em ê parastinê bikin û nehêlin herêmê bêhtir dagir bikin.

Ji bilî hêzên me, em ê gel, eşîr û herêm tev parastina erd û rûmeta xwe bikin.

Em rê nadin, ne Osmanî ne jî qaşo Artêşa Azad ku sûcan pêk bînin û malbatan serjê bikin, sivîl bin an ne sivîl bin..

Back to top button