Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî dîsa bang li welatên biyanî kir ku welatiyên xwe vegerînin.
Mezlûm Ebdî bi peyamekê diyar kir ku hêzên wan ji bo girtina sûcdarên DAIŞ’ê û parastina sivîlan li kampa Holê, operasyona Mirovî û Ewlehiyê daye destpêkirin.
Ebdî got:
“Em careke din bang li welatên biyanî dikin ku welatiyên xwe vegerînin û ji bo başkirina rewşa li kampê û ewlehiyê, destekdayîna mirovî ji bo kampa Holê zêdetir bikin.”