Hemdan El-Ebid anî ziman ku girtina hikumeta Şamê ya dergehên sînor, encama rageşiya di navbera Rûsya û Îranê de ye.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, Hemed El-Ebid diyar kir dixwazin petrola Sûriyê û sûdgirtina ji gumrikê bixin bin serweriya xwe û tenê gelên Sûriyê temenê vê yekê didin.
El-Ebid bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser gelek caran banga rakirina gumrikê kiriye, da li hundirê Sûriye û Bakur wê debara jiyanê hêsan bibe.
Hemdan El-Ebid hêvî ji NY kir ku rewşa gelên Sûriyê bi taybet di dema belavbûna Korona û Qanûna Qeyser de, di ber çavan re derbas bike.
Tê zanîn, di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumeta Şamê de 3 dergeh hene; dergeha Tebqa, El-Ekêrşî ya li başûr-rojhilatê Reqayê û dergeha El-Tayha ya Minbicê.
Duşema borî hêzên hikumeta Şamê dergeha Tebqayê bi temamî girt.