Mûrad Karayilan: Divê xwedî derketina li Rêber Apo veguhere têkoşîneke rêxistinkirî

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan dîyar kir dewleta Tirk a dagirker bi her awayî hewl didie Şoreşa Rojava tafîye bike û got, “Divê gelên Kurd, Ereb, Asûr û Suryan pişta hev bigirin, xwe bikin îrade, ji hêza xwe bawer bin û wê karibin hemû hewldanên dewleta Tirk pûç bikin.”
Karayilan bal kişande li ser polîtîkaya êrîşkar ya PDK’ê û got, di serdemeke wiha dîrokî de divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin, alîkariyê nedin dijmin û li hemberî hev nexebitin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan derbarê mijarên di rojevê de ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Karayilan bal kişande li ser tecrîda li ser Rêber Apo û xebatên ji bo azadiya wî û diyar kir ku gelê Kurd di Newrozê de bi awayekî watedar xwedî li Rêber Apo derket û da zanîn divê ev xwedî derketin veguhere têkoşîneke rêxistinkirî û dewam bike.

Karayilan di vê mijarê de wiha got,

“Ev saleke ji Rêber Apo agahî nayên girtin. Dema mijar dibe Kurd û Rêber Apo dewleta Tirk li ser navê hiqûq û exlaqê tiştekî nake. Saziyên navneteweyî jî berpirsyarê pergala Îmraliyê ne. Divê xwedî li berpirsyariya xwe derkevin. Ji bo ku ji Rêber Apo agahî were girtin, divê derfet were avakirin.”

Karayilan: Encamên li garê wê rewşeke erênî ava bike

Karayilan serketina li Garê jî bibîrxist û diyar kir ku ji bo gelê Kurd seketineke mezin bû da zanîn dewlet Tirk negihişt armancên xwe û têk çû.

Karayilan got,

“Hesasiyeta vê pêvajoya ku em tê de ne û encamên li Garê wê atmosfereke erênî ava bike.”

Karayilan: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin û li dijî hev nexebitin

Karayilan bal kişande li ser polîtîkaya êrîşkar ya PDK’ê û destnîşan kir ku ger di vê pêvajoyê de fikreke berfireh neyê bidest xistin wê Kurd hemû têk biçin û wiha dewam kir,

“Li ser axa Kurdistanê hin hesab tê kirin. Ji bo vê jî divê di serdemeke wisa de em yekîtiyê ava bikin. Heke yekîtî pêk nayê divê Kurd alîkariyê nedin dijmin û li hemberî hev jî nexebitin. Ez bang li hemû partiyên siyasî, sazî û dezgehên Kurdistanî dikim, ji bo avakirina yekîtiya neteweyî em xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.”

Karayilan: Gelên herêmê wê bi yekîyê hewldanên Tirkiyê pûç bikin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan bal kişande li ser êrîşên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî û diyar kir armanca dewleta Tirk ewe ku şoreşa Rojava tasfiye bike û nehêle Kurd di destûra bingehîn a nû ya Sûriyê de mafên xwe bidest bixin.

Karayilan li ser vê mijarê jî ev tişt anî ziman,

“Îro li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel û şervan bibin yek, îradeya xwe bikin yek û li ber xwe bidin, wê serkeftinê bi dest bixin. Divê gelên Kurd, Ereb, Asûr û Siryan pişta hev bigirin, xwe bikin îrade û ji hêza xwe bawer bin. Ger wisa tevbigerin, wê karibin hemû hewldanên dewleta Tirk pûç bikin.”

Back to top button