Vîrûsa Corona..li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din mirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din bi Coronayê jiyana xwe ji dest dan û 101 kes jî pêketin.

Hevserokê Tenduristiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane, 2 jin û mêrek ji Qamişloyê ne.

Mistefa diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 43 mêr 58 jin 101 kesên din bi Coronayê ketine.

Ciwan Mistefa anî ziman ku 7 kes jî baş bûne.

Bi van daneyan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 9 hezar û 766 kes bi vîrusa Coronayê ketine, ji wan 372 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 300 kes jî baş bûne.

Back to top button