NY’yê banga piştigiriya navneteweyî ji bo gelê Sûriyê kir

Bi zêdebûna aloziya Sûriyê re ji bo alîkariya bi gelên Sûriyê re di sala 2021’an de, NY’yê dest bi komkirina 10 milyar dolar kir.

Di kongreya li Brukselê ya Neteweyên Yekbûyî de daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de rayedarên navneteweyî yên kar û barên penaberan de banga xurtkirina destekdayîn ji bo kesên li Sûriyê û kesên ku bi alîkariyên mirovî dijîn, kirin.

Di daxuyaniyê de behsa bandorên neyînî yên vîrusa Coronayê li ser sivîlên xizan hate kirin

Hate diyarkirin ku pêwîstiya kesên li Sûriyê bi alîkariyên mirovî heye.

Li gorî daxuyaniyê ku destekdayîna giştî ji gelê Sûriyê û civakên ku koçberan li gel xwe dihewînin, tê xwestin ku zêdetirî 10 milyar dolar di vê salê de were peydakirin.

Back to top button