Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê di roja 123’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li zîndanên dewleta Tirk ên ji bo azadiya Rêber APO û binpêkirina mafên mirovan di roja 123’an de bi biryardarî didome. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo berdewam dikin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li girtîgehan, hati destpêkirin bi koma 25’emîn, di roja 123’an de ye.

Girtiyan diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên bi ciha anîn ewê dest ji çalakiya xwe bernedin.

Çalakiya li Kampa Penaberan Mexmûrê ya bi pêşengtiya jinan jî di roja 102’an de didome.

Çalakiya panaberên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê a ji bo azadiya rêber APO 85 roj li pey xwe hişt.

Çalakiya konvedanê ya li Şehbayê di roja 12’an de ye

Çalakiyên konvedanê yên ji bo rewşa tenduristiya rêber Apo li herêmê dewam dikin..

Di vê çarçoveyê de çalakiya li Şehbayê di roja 12’an de dewam dike.

Bi dehan şêniyên herêma Şehbayê û endamên Saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakgeran diyar kirin ku heta ew agahiyên zelak derbarê rewşa Rêber Apo wergirin ew ê di nava çalakiyan de bin.

Çalakiya konvedanê ya li Reqayê 3 roj in dewam dike

Çalakiya konvedanê ya li bajarê Reqayê ku ji aliyê Rêveberiya Jinan a Reqayê ve hatî birêxistinkirin jî di roja 3’an de ye..

Kesên ku tevli çalakiyê bûn banga azadiya Rêber Apo kirin..

Di çalakiyê de her wiha helbestên bi zimanê erebî li ser rêber Apo hatin xwendin..

Back to top button