Rêveberiya Parastgeh û Daristanan ya bi ser Desteya Aborî û Çandiniyê a herêma Cizîrê bi armanca firehkirina rûberên şînahiyê a li Kantona Qamişlo projeya çandina daran ragihand.
Proje bi beşdarbûna rêveberiya çandiniyê û komîteyên wê yên Qamişlo, bi daxuyaniyekê li Şitilgeha Efrîn ya li Qamişlo hate ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Ji sala 2020’an ve amadekariya belavkirina daran tê kirin.
22 hezar û 500 dar li gundên Kantona Qamişlo wê werin belav kirin.
Ji bo her navçeyeke Qamişlo, 15 gundên kêmdar hatine hilbijartin.
Di daxuyaniyê de hat-diyarkirin ku şitilên daran yên werin belavkirin 2 cure ne, darên berhemdar û yên bê berhemdar in.
Belavkirina şitilan li ser gundên Kantona Qamişlo wê 7-8 rojan dewam bike.
Ev proje wê di nava 5 salan de bi gelek qonaxan dewam bike.