Myanmar..Jimara xwepêşandêrên ji aliyê artêşê ve hatine kuştin gihişt 459’an

Li Myanmarê bîlançoya artêşa darbekar giran dibe.
Ji 19’ê Sibatê heta niha 459 xwepêşandêr ji aliyê artêşa darbekar ve hatine kuştin.
Artêşê li dijî eyaleta Karen ya dikeve başûr-rojhilatê welat bi balefiran êrîşek pêk anî.
Bi hezaran kes ji ber êrîşê reviyan û berê xwe dan welatê cîran Taylandê.

Myanmar ya ku bi darbeyê tê birêvebirin, welat ji hev xistiye.

Artêşê ji 1’ê Sibatê ve li welat darbe pêk anî û heta niha zextên li ser civakê zêde dike.

Li dijî darbeyê xwepêşandanên 6’ê Sibatê despê kirî li seranserê welat belav bû.

Piştî kuştina xwepêşandêrê yekem di 19’ê Sibatê de, êdî roj derbas nabe ku xwepêşandêr ji aliyê artêşê ve nayên kuştin.

Her roja derbas dibe bîlançoya xwînrijandina artêşê jî zêde dibe.

Myanmarî 27’ê Adarê ji bo salvegera “Roja Hêzên Leşker” ya welat ku 1945 ji bin dagirkeriya Japonya daketin qadan.

Ev jî bû roja herî zêde xwepêşandêr bi destê artêşê hatin kuştin.

Li 320 bajarên Myanmarê bi deh hezaran kes li qadan bûn.

Ji ber êrîşên artêşê 114 xwepêşandêr hatin kuştin.

Li Mandalay 40, Yangon 27, Sagaing 11, Bago 9, Magway 6 û Tanintharyi 5 kes di encama hedefgirtina artêşê de hatin kuştin.

Her wiha li herêmên Ayarwaddy, Kachîn, Mon û Shan jî 16 kes di encama destwerdana artêşê ya biçek de hatin kuştin.

Li gorî daneyên, Rêxistina Alîkariya Girtiyên Siyasî ya Myanmarê (AAPP) heta niha 459 kes hatine kuştin.

Bajarê herî zêde xwepêşandêr lê hatine kuştin jî Yangon 170 û li Mandalay jî 84 kesin.

Artêşê bi balefiran êrîşî eyaleta karen kir, bi hezaran kes reviyan taylandê

Di vê navberê de, artêşê li dijî eyaleta Karen ya dikeve başûr-rojhilatê welat bi balefiran êrîşek pêk anî.

Bi hezaran welatiyên ji ber êrîşê reviyan, berê xwe dan welatê cîran Taylandê.

Herî dawî artêşa darbekar parlementerê Partiya Demokrasî ya Netewî (NLD) Maung Swe binçav kirin.

Biden: Em ji bo cezayên nû li dijî artêşa darbekar dixebitin

Têkildarê rewşa li Myanmarê Serokê DYA Joe Biden dema ji bajarê Delaware vedigeriya paytext Waşîngtonê bersiva pirsên rojanemvanan da.

Joe Biden êrîşa artêşê ya li dijî xwepêşandêran û kuştina wan bi metirsîdar binav kir.

Biden got, ew li dijî artêşa darbekar niha li ser beşek ji cezayên nu dixebitin.

Back to top button